Li dibistaneke penaberên Rojava, xwendekar û mamosta gazinan dikin

li nahiyeya Keznezan ya ser bi Hewlêrê ve, dibistanek bi navê Dibistana Dîrok heye ku bi taybet e bi penaberên Rojavayê kurdistanê. Di dibistana Dîrok de, nêzîkî 650 xwendekarî dixwînin, lê xewndekar gazinan dikin ku, heta niha ew bê cil û berg in herwiha daxweza dibistaneke amedehî jî dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f23de912-a68c-4725-a1e7-f64655844297/Dibistana%20Dirok.ism/manifest

K24 – Hewlêr 

li nahiyeya Keznezan ya ser bi Hewlêrê ve, dibistanek bi navê Dibistana Dîrok heye ku bi taybet e bi penaberên Rojavayê kurdistanê.

Di dibistana Dîrok de, nêzîkî 650 xwendekarî dixwînin, lê xewndekar gazinan dikin ku,  heta niha ew bê cil û berg in herwiha daxweza dibistaneke amedehî jî dikin.

Li dibistana navborî ya li Kesnezanê nêzî 25 mamosta lê dewam dikin û nerzîbûnên xwe jî li ser mûçeya mehane û azarên xwendekaran didin nîşan, ku mehê tenê 250 dolarî ji rêxistina UNICEFê werdigirin.

Mamoste Şahîn  Mehemed ji K24ê re got: “UN pera dide me lê ew pere tenê 250 dolar e, Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê tiştekî nade me.”

Mamosta Şêrîn Mehemd jî dibêje, pêwistiya xwendekaran bi dibistaneke amadeyî heye ji ber ku tenê xwendina destpêkî li vir heye.

li ser van pirsirêkan jî rêveberê dibistana navborî Raspêr Mihemend, di wê baweriyê de ye ku Wezareta Perwerdê yê Herêma Kurdistanê  ti kêmasî di derheqê xwendekaran de nekiriye ye û rexneyan li hin rêxistinên navdewletî dike, ku ew rêxistinên bi karûbarên penaberan radibin di derheqê xwendekaran de xemsar in.

Li nahiyeya Kesnezan û derûdora wê nêzîkî 1500 malbatên Rojavayê kurdistanê lê dimînin, ji ber nebûna dibistanên amadeyî bi sedan xwendekar li mala xwe rûinştine û ji hêviyên xwe bêhêvî mane.