"Kongres dê li ser piştgiriya Pêşmergeyan berdewam be"
K24 – Hewlêr
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman, da zanîn ku li Kongresa Amerîkayê behsa şiyan û serkeftinên Hêzên Pêşmerge hatiye kirin û çend senatoran jî tekez kirin ku dive hevkariya Pêşmergeyan were kirin.
Beyan Samî ji Kurdistan24ê re got: "Me daxwaz ji Kongres û îdareya Amerîkayê kir daku hevkariya Pêşmergeyên Kurdistanê bikin û me rewşa Herêma Kurdistanê ji wan re rave kir û me got; bargiraniyeke zêde li ser Wezareta Pêşmerge ye û pirsgirêka bidestxistina çek û teqemeniyan bo eniyên şer ên rûbirûbûna DAIŞê heye."
Beyan Samî Ebdulrehman, da zanîn ku çend senatorên Amerîkayê tekez kirin ku dê berdewam bin li ser alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge û di heman demê de rola Pêşmergeyan jî bilind nirxandin.