"Rola Kurdan di kongreya Munichê de giringe"

Hindek çavdêrên Siyasî dibêjin ku, rola kurdan di kongira Munichê de pir giringe,ev jî tê diyarkirin ku, Pêşmerge û şervanên kurd li Rojava û Başûrê kurdistanê bi navê tevaya cîhanê şerê terorê dikin, jiber vê yekê Serokê herêma kurdistanê wek simbolekî kurd, di duyemîn car de tê vexwendin bo vê kongreyê
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a8b6b698-11f1-4411-9140-c77d80c8ad50/miyunix-qamislo.ism/manifest

K24-Qamişlo

Pêncî û diwemîn Kongirê Munichê yê ewlehiyê û bi beşdariya nêzî 450 kesayetên cîhanê yên xwedî biryar hate li darxistin, tê de rewşa ewlehî û terorê li hemû  cîhanê, herwiha şerê li sûriyê bi taybetî, ku miletê kurd beşeke sereke ye, di çareserkirina pirsgirêka wî welatî de, hate gotûbêj kirin.

Derbarê vê mijarê de Endamê Serokatiya Encûmena Zagonsazî li Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Siko ji K24ê re wiha got: Bê guman beşdariya me di wê kongreyê de dê giring be, em dê têkiliyan bi hevre vekin,tevî ku kongrê Munichê ne cihê biryara ne, herwiha li ser  ti bûyerên taybet ne sekiniye,lê hebûna me tê de giringe,û nabe em xwe ji kongireyan vekişînin.

Piştî nakokiyên di navbera rêjîma sûriyê û opozosyonê li kongra Cenêv3 de, bi taybetî piştî destêwerdana Rûsiyayê û topbarandina bakurê Helebê ji alî balafirên wê ve,kongreya Munichê hate li darxistin, daku biryara netewên yekbûyî 2254 were cî bicî kirin, nemaze xalên 12,13 yên girêdayî rewşên mirovî.

Derbarê vî mijarê de Endamê Enûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) û serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ebdulsemed Xelef wiha ji K24ê re axifî: Em weke Encûmena Niştimanî a kurd li Sûriyê bi çareseriyeke siyasî re ne, em dibînin ku tu çareserî  di rêyên leşkrî de nabin.

Bêtir ew biryar bi benda 7 ve girêdayî bû,herweha ew hêviyên mezin li ser Munichê em nabînin hatin avakirin,ji ber biryarên weha gereke dibin benda 7an de hatiba pêk anîn,a ku Rûsiya û rêjîma Sûriyê ew biryar têk birin.

Hindek çavdêrên Siyasî dibêjin ku, rola kurdan di kongira Munichê de pir giringe,ev jî tê xuyanîkirin ku Pêşmerge û şervanên kurd li Rojava û Başûrê kurdistanê bi navê tevaya cîhanê şerê terorê dikin, jiber vê yekê Serokê herêma kurdistanê wek simbolekî kurd, di duyemîn car tê vexwendin bo vê kongreyê.

_