“Rayedarên Ewropayî soz dane ku ew nahêlin Kurdistanê têkbişke”
K24- Munchen
Welatên Ewropayê soz dane ku ew dê, nehêlin Herêma Kurdistanê têkbişke.
Di daxuyaniyeke taybet de bo K24ê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên got: “Di hemû civînan de, aliyên bermaber û berpirsên Ewropayê tekez kirine ku ew agehdarê rewşa Herêma Kurdistanê ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, di çarçoveya 52emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, ligel çendîn rayedar û berpirsên cîhaî civiya ye.
Derbarê encamên civînan de, Hisên got: “Berpirsên Ewropayê soz dane ku ew dê li ser asta Ewropayê û welatên xwe kar bikin ji bo hevahengiya zêdetir ligel Herêma Kurdistanê were kirin, herwiha behsa wê yekê kirine ku, ew rê nadin Kurdistanê têkbişke û dê ji Herêma Kurdistanê re piştgir bin.”