HSD: Êrîş dubare bibin em ê bersiva Tirkiyê bidin

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Ebu Omer derbarê êrîşên Tirkiyê de got: “Heta niha me bersiva êrîşan nedaye lê eger dubare bibe em ê bersivê bidin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ebu Omer derbarê êrîşên Tirkiyê de got: “Artêşa Tirkiyê bi topên hawanê û roketan êrîşê me kir. Di van êrîşan de bi dehan sivîl birîndar bûn. Heta niha me bersiva êrîşan nedaye lê eger dubare bibe em ê bersivê bidin. Ji xwe li ciyê ku Tirkiye topbaran kirî YPG nebû.”

Li derdora bajarê Ezazê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk, El Nusra û Ahraru’ş Şam de pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên Ezmanî yên Rusyayê jî çeperên wan rêxistinan ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk bombebaran dike. Tirkiye jî cara pêşî doh bi awayekî rasterast êrîşî nav axa Sûriyê kir. Li gor îdîayan, şervanên YPGê teqe li leşkerên ser sînor kirine û Tirkiye jî bersiva wan daye.

Ebu Omer di derheqê bûyerê de ji Sputnikê re axivî û got: “Hêzên me li gundên Tinip û Mewkiyê bi cih bûn. Tirkiye êrîşê hêzên me yên li van gundan kir. Bi balafiran êrîş nekirin. Bi topên hawanan û mûşekan êrîş kirin. Ciyên ku mûşek lêketin kort çêbûn. Heta niha me bersiva êrîşan nedaye lê eger dubare bibin em ê bersivê bidin. Ji xwe li ciyê ku Tirkiye topbaran kir YPG lê nebû.”

Yek ji rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk Rezzan Hido jî tekez kirk u ew êrîşa Tirkiyê qebûl nakin û wiha axifî: “Gundê Minak û Binkeya Menexê jî hatin bombekirin. Di êrîşê de gelek nişteciyên gundê Malikiye birîndar bûn. Niha em li ciyên ku êrîş hatiye kirin lêkolînan dikin. Em hêvî dikin Hêzên Hevpeyman bi taybetî jî Amerîka nerazîbûna xwe nîşan bide û bersiva van êrîşan jî bide.”

Ji aliyekî din ve hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyê êrişa xwe ya ser hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê didomîne û di encam de 2 şervanên Kurd canê xwe ji dest dane. Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê eşkere kir ku êrişên Artêşa Tirkiyê yên doh dest pê kiribûn îro jî berdewam bûne û li gorî zanyariyên destpêkê 2 şervanên Kurd canê xwe ji dest dane.

Hêjayê gotinê ye Amerîkayê li himberî êrişa artêşa Tirkiyê ya dijî şervanên YPG û HSDê nerazîbûn nîşan da û bang li Tirkiyê kir ku êrişên xwe rawestîne.

Derbarê bûyerê de Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby diyar kir ku bûyerên li bakurê Helebê diqewimin gumanan ji wan re çêdikin û got: "Tirkiyê bi topan êrişî aliyê din ê sînor kir. Me ji Tirkiyê xwest ku dest ji êrişên wiha berde."