Barzanî û Seroka Kirwatyayê rewşa Rojhilata Navîn nirxandin
K24 – Munchen
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Seroka Kirwatya Kolinda Grabar-Kitarovîç li Elmanyayê civiyan û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Îro (14.02.2016), di çarçoveya 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Seroka Kirwatyayê Kolinda Grabar-Katarovîç civiyan. Di civînê de rewşa dawî ya Rojhilata Navîn û şerê li dijî terorê hat gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî bo 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya bajarê li Munchena Elmanyayê hatibû vexwendin ku her sal tê sazkirin û serok û serkirdeyên cîhanê, di konferansê de rewşa ewlekariya cîhanê û çawaniya rûbirûbûna terorê gotûbêj dikin.
Di kongreya îsal a Munchenê de, 30 serokên welatan û 130 serkirdeyên diyar û bi bandor ên cîhanê beşdar in û rûbirûbûna rêxistina DAIŞê, yek ji mijarên serekî yên konferansê ye.