Partîyên Kurd bo danûstandinê li gel Îranê merc hene.

Bo çareserkirina pirsa kurd li Rojhilat a Kurdistanê, Hinek alîyên sîyasîyên Rojhilata Kurdistanê danûstandina li gel hikumeta Îranê red dikin. Lê ew bi mercekê li gel Komara Îslamî dê danîşin eger rûniştinên wan bi aşkera bi rêve biçin.

K24: Hewlêr:

Bo çareserkirina pirsa kurd li Rojhilat a Kurdistanê, Hinek alîyên sîyasîyên Rojhilata Kurdistanê danûstandina li gel hikumeta Îranê red dikin. Lê ew bi mercekê li gel Komara Îslamî dê danîşin eger rûniştinên wan bi aşkera bi rêve biçin.

Di demekê de li rojên burî desthilatdarên Îranê bîrhatina 37 salîya serkevtina şorişa kirin ku berhemê wê, damezirandina Komara Îslamîya Îranê bû. Li Rojhilata Kurdistanê  asoyeka xuya û ruhin bo çareserkirina pirsa Kurd bi awayeka aştîyane nahê berçavkirin.

Herdû alîyên Hizab a Demukratî li sala burî û piştî 20 salan pişkek ji pêşmergeyên wan li kempên Başûrê Kaurdistanê hatin veguhaztin bo ser sinûrî di navbera Başûr û Rojhilata Kurdistanê . Serera  vê rewşê jî dibêjin: ew ti deman danpstandinan li gel Komara Îslamî ya Îranê  red nakin , lê wan bo danûstandinê merc hene.

Mîro Elyar endamê Meketeba  Sîyasîya Hizaba Demmukratîya Kurdistana Îranê dibêje: Hizaba Demukrtîya Îranê yek ji bernstirtirîn sikirtêrê xwe li ser mêza danûstandineka nihênî li gel nwênerên Komara Îslamî ya îranê ji dest xwe da. Lew niha rêberên Hizaba Dempkratî dibêjin. Eger rûnîştin bihên encamdan jî, divê bi aşkera be.

Mistefa Meirûfî Endamê Komîteya Navendî ya HDK dibêje: di dose ya etomî ya Îranê de, Emerîka û Yekêtîya Ewrupayê, bi fişar xistine ser Îranê bi rêya dorpêça abûrî ev welat naçarkirin danûstandinan bike. Hesen Rohanî çend caran ragehandye ku ev rêkevtina etomî dikare bibe modîlek bo çareserkirina pirsên hindûryên Îranê jî. Lê  weha diyare ev axivtin bo wan alîyane ewên di nav desthilatê de neyarin; nekû hizbên opozisyon. Hizbên Rojhlata Kurdistanê jî bi egera nebûna kodengîyekê di nav xwe de neşîyane gûşareka weha bixin ser Komara Îslamîya Îranê ku desthilatê naçar bike liser mêza danûstandinê birûne.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fc067281-7586-4bdd-b448-438f460d97eb/danusatni%20hizbi%20rojhelati.ism/manifest