Topbarana ji aliyê Tirkiyê ve berdewam e: 2 sivîl hatin kuştin

Ev du rojin ku artêşa Tirkiyê li ser gund û warên Efrînê û navçeyên di bin destê HSDê de berdewam in.

K24- Efrîn

Êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser gund û warên Efrînê û navçeyên di bin destê HSDê de berdewam e, herî kêm jî 2 kesan canê xwe ji dest daye.

Peyamnêrê K24ê diyar kir ku, artêşa Tirkiyê ji duh ve gund û warên bakurê Helebê û firokexaneya Minigê ya di dest Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, dide ber topan.

Li gor agahiyên peyamnêrê me, ji encama topbarana gundê Mêremînê yê ser bi Efrînê ve, jina bi navê Fatime Ehmed û derbiderekî canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Di nav birîndaran de zarok, jin û zilam hene, birînên hinan ji wan jî giran in.

Amerîkayê jî derbarê van êrîşan de hişyarî daye Tirkiyê, lê heta niha êrîş berdewam in.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby diyar kir ku bûyerên li bakurê Helebê diqewimin gumanan ji wan re çêdikin û got: "Tirkiyê bi topan êrişî aliyê din ê sînor kir. Me ji Tirkiyê xwest ku dest ji êrişên wiha berde.”

HSDê, ku pêkhateyek leşkerî ye ji Kurd, Ereb û Xirîstiyanan pêk tê, di rojên dawiyê de karîn firokexaneya Minigê ya leşkerî û çed navçeyên din li bakurê Helebê ji dest grûpên Islamî yên radîkal derxin.