Şam: Alîkariyên mirovî derbasî navçeyek dorpêçkirî bû

Karwanek ji alîkariyên mirovî bi riya Heyva Sor a Erebî, giha bajarê Dûma yê ser bi Şamê ve. Ev yek jî yekemîn pêngav e, piştî rêkeftina ku li Munchenê pêkhatiye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ee8ae167-1967-46c4-b8f6-77cb3ac9c379/Alikari%20Duma.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan 

Karwanek ji alîkariyên mirovî bi riya Heyva Sor a Erebî, giha bajarê Dûma yê ser bi Şamê ve. Ev yek jî yekemîn pêngav e, piştî rêkeftina ku li Munchenê pêkhatiye.

Li gor medyaya ser bi rêjîma Sûriyê ve, duh nêzîkî 5 hezar sindoqên şîrê zarokan, 2 hezar derziyên Ensolînê û çend cureyên din ên dermanan derbasî bajarê Dûmayê bûn.

Ji sala 2013an ve, hêzên rejîma Sûriyê û Hizbulahê deverên Dûma, Erbîn û Zemelka li Xotaya Rojhilat û Muademiyê li Xotaya Rojava (Şam) dorpêç kiriye. 

Hêzên navdewletî li konfransa Munchenê ya Ewlehiyê, derbarê agirbestekê li Sûriyê gihabûn rêkeftinekê, hikûmeta Sûriyê jî beşdar nebû di vê rêkeftinê de, tîmên heyva sor jî, hewl didin alîkariyan derbasî gund û bajarokên Xotayê bikin, piştî demek dirêj ji birçîbûnê ku bû sedema kareseteke mirovî li wir.