Helebce: Rêxistinên sivîl daxwaza asayîkirina rewşa siyasî dikin

Rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasî kirin, ku dawî li rewşa niha ya Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe, bînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f232ff6e-7b5c-48ff-b822-60cb996c5a43/Hji%20mahmud%20rekxraw.ism/manifest

K24 – Helebce

Rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasî kirin, ku dawî li rewşa niha ya Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe, bînin. 

Hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl li Parêzgeha Helebce, serdana Sekreterê Pariya Sosyalist a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kirin û daxwaznameyeke ku ji 5 xalan pêk tê , arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî kirin.

Wan rêxistina daxwaza bidawî anîna rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ku tê re derbas dibe, kirin.

Rêxistinên civaka sivîl di wê daxwaznameyê de, daxwaz kirin ku, asayîkirina pêwendiyên di navbera aliyên siyasî û aktîvkirina Parlemento û cibicîkirina planeke çaksazî ji hikûmetê re û dabînkirina mûçeyên karmendan pêk bînin.