Fransa daxwaza rawestandina topbarankirina Rojavayê Kurdistanê dike

Wezareta Derve yê Fransayê daxwaz ji Tirkiyê û rêjîma Sûriyê kir ku, bilez topbarankirina deverên Kurdî li Sûriyê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve yê Fransayê daxwaz ji Tirkiyê û rêjîma Sûriyê kir ku, bilez topbarankirina deverên Kurdî li Sûriyê rawestîne.

Wezareta Derve yê Fransayê di daxuyaniyekê de, îro ragehand ku, ew ji rewşa xirab ya li bakurê Helebê nîgeran e, herwiha daxwaz ji rêjîma Sûriyê û Artêşa Tirkiyê kir, ku topbarankirina deverên Kurdî li bakurê Helebê rawestîne.

Îro roja duyemîn e ku Artêşa Tirkiyê pêgehên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li firokxaneya Minigê li bakurê Helebê û nêzîkî Efrînê topbaran dike.

Herwiha di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de hat jî, ku pêwîst e biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 û daxuyaniya Munchenê ya derbarê jinavbirina DAIŞê cibicî were kirin.

Roja 11 vê mehê HSD ku (Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yek ji pêkhateyên wê ya sereke ye) firokxaneya Minigê û gundên derdora wê ji Eniya el-Nusrayê Kontrol kir. Tirkiyê jî daxwaz ji YPG û HSD kiribû, ku ji firokxaneya Minigê û gundên derdora wê vekişin.