HSD: Tirkiyê dixwaze rê li ber şer li dijî DAIŞê bigire

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê de, ji K24ê re ragihand ku, topbarankirina Artêşa Tirkiyê ti ziyan negehandiye wan û ti carî bi paş ve venakişin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê de, ji K24ê re ragihand ku, topbarankirina Artêşa Tirkiyê ti ziyan negehandiye wan û ti carî bi paş ve venakişin.

Berdevkê Ceyş el-Siwar (ser bi HSD ve ye) Tariq Ebû Zêd derbarê pêşketinên HSD li bakurê Helebê de ji K24ê re axivî û got: “Me Hêza Sûriyeya Demokratîk di vê dawiyê de firokxaneya Minigê kontrol kir, ez niha bi riya K24ê jî kontrolkirina gundê Eyn Deqne yê li rojhilatê Minigê radigihînim. Mebesta me jî ew e em bigihin deverên di bin kontrola DAIŞê de û wan rizgar bikin.”

Ebû zêd derbarê daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê de got: “Ew deverên ku me kontrolkirine, hîn em tê de ne, Tirkiyê dixwaze pêşketinên me berve DAIŞê bibire, armanca me jî parastina xaka Sûriyê ji DAIŞê ye, loma ne di plana me de ye ku em ji wan deveran vekişin.”

Ebû zêd eşkere kir jî, di encama topbarankirina Tirkiyê de, 2 şervanên me li firokxaneya Minigê bi giranî birîndar bûn, herwiha topek li gundê Mêremînê jî ket û 4 jinan canên xwe jidest dan û 2 zarok jî birîndar bûn.

Derbarê destêwerdana Siudiye û Tirkiyê bi hêzên bejayî ji xaka Sûriyê re, Ebû Zêd got: “Em pêşpînî nakin ku di demeke nêzîk de destêwerdanek rasterast ji xaka Sûriyê re çê bibe,  

Derbarê agirbesta ku li Munchenê hatiye ragehandin de, Ebû Zêd got: “Bêguman ti kes ji şer hez nake, lê em ti agirbestê ligel rêxistinên radîkal ên kiryarên terorî di derheqê Sûriyan de dikin, nakin.”