Welatiyên Kobanê sîstema Federaliyê baştir dibînin

Piştî serdana nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama, Brett macCurk bo bajarê Kobanê, danûstandin di nav dezgehên Rêveberiya Xweser û TEV-DEM ê de,li ser guhertina sîstema Rêveberiyê bi ya Federaliyê zêde bû, ew yeke jî bûye cihê dilxweşiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê.
kurdistan24.net

K24-Kobanê

Welatiyên bajarê Kobanê sîstema Federalîyê bo Rojavayê Kurdistanê ji ya Rêveberiya Xweser baştir dibînin û daxwaz dikin ku sîstema Rêveberiya xweser were guhertin.

Derbarê vê mijarê de, peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê raporek  derbarê nerînên welatiyên wî bajarî ji sîstema Federaliyê bo Rojavayê Kurdistanê de amade kir, tê de welatî tekez dikin ku, sîstema Federaliyê mina Başurê Kurdistanê bo Rojava ji sîstema Rêveberiya Xweser baştire, daxwaz kirin ku sîstema navborî were guhertin.