Bo çareserkirina rewşa Herêmê, alîyên sîyasîyên Başûra Kurdistanê nerînên cuda hene.

Alîyên sîyasîyên Başûra Kurdistanê bo asyîkirina rewşa Perleman û tengijeyên Herêma Kurdistanê nerînên cuda hene. Bizav Gorran vegerandinaYosif Mehemed bo serokatîya Perlemanê bi çareser dibînin. Her yek ji firaksyona Partî(PDK) û Yekêtî (YNK) yê weha dibînin vegerîyana serokê Perlemanê arîşeyan çareser nake û dibêjin divê em hemû bi hev re kar bikin bo çareserkirina rewşê.

K24- Hewlêr:

Hikumeta bingeh berfireh navê wê kabîneya pênc alîyên Başûra Kurdistanê ye, ku li ser yek mêzeyê komkirin. Wan alîyan bi hev re biryar dan çar salên aram bo hevwelatîyan dabîn bikin.

Niha mûçe nîveye, Perleman ne karaye. Bizava gorran jî naveşêre, ku erkê li ser molê Partîyê  girantire ji alîyên din. Lew çareserkirina rwşa Herêmê bi vegerandina Yosif Mehmed  serokê Perlemanê girê didin.

Bêstûn fayeq endamê Perlemana Kurdistanê li firaksona Gorran dibêje: Karakirina Perlemanê tenê bi biryareka Partîya Demukrta Kurdistanê ve girêdaye. Eger Partî rê bide Yosif Mehemed ji bazgehê derbaz bibe û vegere Hewlêrê; rewşa  Herêam Kurdistanê pêngavekê dê biçee pêş.

Bi nerîna firksyona kesik vegryana serokê perlemanê hemû pirsan çareser nake. Xelef Ehmed endamê Perlemana Kurdistanê dibêje: Vegerîyana serkoê Perlemanê tev arîşeyan çareser nake û dema ev arişe çêbûn wê demê Perleman kara bû . Herweha dibêje: niha dema mûzyrdekirinê ye, dive arişe bihên çareserkirin.

Hêva Mîrxan endameka Perlemana Kurdistanê li firksyona Partîya Demukratîya Kurdistanê hinek alîyan tumetbar dike ku bûne egera duristbûna tengijeyan li Herêmê û dibêje : wan alîyan bo çareserkirina arîşeyan kar nekirin tenê bo berjwendîyên xwe kar kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1d363a21-01cd-4770-97ba-78f9485d1d80/parlaman%20w%20qaeran.ism/manifest