Hevpeymanîya Kurdistanê: Me merc heye bo hikumeteka nû.

Hevpeymanîya Kurdistanê di perlemana Îraqê de ragehand ku li hember pêkhînana hikumeteka nû li Bexdayê narawestin eger Ebdaî jî di nav wan guhertinan de be.

K24- Bexd:

Hevpeymanîya Kurdistanê  di perlemana Îraqê de ragehand ku li hember pêkhînana hikumeteka nû li Bexdayê narawestin eger  Ebdaî  jî di nav wan guhertinan de be.

Muhisin Sedûn endamê Perlemana Îraqê ragehand: Ew pîştîvanîyê li guhertina hikumetê dikin bi mercekê, ev guhertin li gor komîteya pêkhînana hikumetê be.

Herweha ragehand: Pêdivîye guhertin bi rêya Civata Nwêneran be û çaksazîyên qonaxa yekê, arişe bo alîyên sîyasî çêkir û ti armancên sîyasî jî bi dûv xwe re nehînan.

Li gor axivtinên Sedûn, wan daxwaza pêkhînana hikumeteka teknukrat red nekirine, lê mercek wan heye ew jî ewe; ku serokê wezîran di nav van guhertinan de be, çunku ew jî ser bi partîyeka sîyasîye.