Artêşa Tirkiyê gundekî Efrînê da ber topan
K24– Efrîn
Artêşa Tirkiyê li ser topbarana gundên Efrînê û bakurê Helebê berdewam e.
Gundiyên gundê Stêr (5 k.m bakurê Efrînê) ji K24ê re ragihandin ku, artêşa Tirkiyê îro demjimêr 17:30 bi 6 topan gundê wan topbaran kiriye.
Herwiha gundiyan diyar kirin ku, ew 6 top li derûdora gund ketin, ti ziyanên mirovî jî nebûn.
Hêza Sûriyeya Demokratîk(HSD) rêya sereke ya di navbera bajarokê Ezaz û Tel Rifatê de, li bakurê bajarê Helebê kontirol kir.
Berdevkê Ceyş el-Siwar (ser bi HSD ve ye) Tariq Ebû zêd, duh ji K24ê re eşkere kir ku, ji encama topbarankirina Tirkiyê ji firokxaneya Minigê re, 2 şervanên wan canê xwe jidest dane û li gundê Mêremînê 4 jinan canên xwe jidest dan û 2 zarok jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê berî sê rojan dest bi operasyonên xwe li dijî YPG û HSDê kir. Amerîkayê û Fransa li hemberî êrîşên Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nerazîbûn nîşan dan. Her du dewletan ji Tirkiyê xwestin ku topbarankirina Rojavayê Kurdistanê bidawî bîne.