Zivistan û zor û zehmetiya ajeldariyê li Colemêrgê

Dema zivistan tê xwedîkirina ajalan jî gelekî zehmet dibe. Yek ji wan bajarê ku karê ajaldariyê dikin û zehmetiyan dikêşin Colemêrg e.

Zekî Dara / K24 – Colemêrg

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê welatî debara xwe ya jiyanê bi ajaldariyê derbas dikin. Dema zivistan tê xwedîkirina ajalan jî gelekî zehmet dibe. Yek ji wan bajarê ku karê ajaldariyê dikin û zehmetiyan dikêşin Colemêrg e.

Li Gundê Kehê yê girêdayê bajarê Colemêrgê piraniya niştecihên wê jiyana xwe bi xwedîkirina ajalan derbas dikin. Niştecihên herêma Colemergê ji bo peydakirina giyayê pezê xwe diçin serê çiyayên bilind û li van deran vî giyayî didirûn û berhev dikin. Zivistanê jî ji ber zehmetiyên xwezayê yên dijwar, bi rêya kolan diçin serê çiyê û ji bo sewalên xwe êm bikin, giyayên dirûtî ku hatiye kom kirin berhev dikin.

Niştecihên ku encax bi barîna berfê re dikarin vî giyayî ji serê çiyê daxin nava gûnd li ser zahmetkêşiya vî karî û pêdiviyên wê ji Kurdistan 24ê re axivîn. Di vê derbarê de welatiyekî got: "Cihê me gelek tehloke ye, em di astengên 300 metroyan bilind de derbas dibin. Yek bi tena serê xwe  bikare bi kolan giya bîne. Bi izna xwedê bawer dikim ku vê bihara pêşiya me wê ev rê ji bo me bê çêkirin."

Yekî din jî wiha dibêje: "Ev tişt ji bo me ji tiştên din gelekî xweştir e. Hema tiştê nexweş ji bo me ew e ku ev xwîn rawestiya û her kesî heywanên xwe bi serbestî xwedî kira û çûbana zozanên xwe karê xwe bikira."

Herwiha ev gûnd 20 km dûrî navenda bajêr e û 60 xanî di nava vî gundî de hene. Hemû gundî di zivistanan de diçin serê vî çiyayê ku bilindahiya wî ji 2500 metroyî pêk tê. Li vî çiyayê kor û têr xetere ku di heman demê de car caran qalinbûna berfê digihîje sê metroyan, ji bo sewalên xwe kar û barê giyakêşaniyê dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0a6864bf-6a0c-4894-98a5-4f026e577eee/Li%20Colemerge.ism/manifest