Gelo Tirkiye bi rêya bejayî dikeve Sûriyê?

Li Sûriyê alozî xurt dibe, hatina daxuyaniyên tund ji aliyê aktorên herêmê ve jî bênavber berdewam e. Herwiha Tirkiye jî helwêsta xwe ya tund diparêze.

K24 - Enqere

Li Sûriyê alozî xurt dibe, hatina daxuyaniyên tund ji aliyê aktorên herêmê ve jî bênavber berdewam e. Herwiha Tirkiye jî helwêsta xwe ya tund diparêze. Geşedanên dawî wek nîşaneyên şerekî nû tên nirxandin.

Li hemberî helwêsta Tirkiyê hişyariyên; Emerîka, Rûsya û Îranê, hatina firokeyên Erebîstanê bo Baregeha Încirlîkê, nêzîkbûna di navbera Erebîstana Siûdî û Tirkiyê û fişara li herêmê ku her diçe zêde dibe, tevahiya geşedanên dawî pirsa amadekariyên şer anîn rojevê.

Serokwezîrê Tirkiyê di çarçoveya peydakirina piştgiriyê de di nav danûstandinên dîplomatîk de ye. Davutoglu li Ûkreynê peyama paşve gav neavêtinê da û bangî civaka navneteweyî kir ku li hemberî kiryarên Rûsyayê bêdeng neminin.

Davutoglu got: “Li Sûriyê yasaya navneteweyî tê binpê kirin û helwêsta me ya li wir wê berdewam bibe. Tirkiye û Ukreyn dû dewletên dost in. Em kêfxweş in ku di heman perspektîfê de rewşê dinirxînin.”

Li gor îdiayan generalên Artêşa Tirkiyê li herêmê dest bi xebatên çavderiyê kirine. Wezareta Bergiriya Erebîstana Siûdiyê jî ragihand ku, ew li Încirlîkê amade ne. Tirkiyê di egerek şer de ji ber çi digel Erebîstanê tevdigere? Berjewendiyên herdû dewletan yên hevpar çi ne?

Lêkolîner û Pisporê Rojhilata Navîn û Polîtîkayên Ereban Muhîttîn Ataman wiha dibêje: “Di hevkariya herdû dewletan de pêwistiya Erebîstanê ya bo Tirkiyê hê zêdetir e. Erebîstan ber bi têkçûnê ve diçe. Dixwaze bi dewletek sunnî û bihêz re tifaqê bike, encax bi vê yekê dikare di têkoşîna digel Îranê de serkeftî bibe. Di warê artêşê de jî gelek dewlemend e li Tirkiyê jî hêza rêvebirina wan çekan heye.”

Tirkiye yek ji dewletek endamê NATOyê ye. Ligor pîvanên NATOyê di egerek şer de dewletên endam helwestek hevpar dişopînin. Lê belê Fransa û Emerîka jî wek endamên NATOyê hişyarî dan Tirkiyê ku xwe paş ve bikşîne. Di heman demê de Hêzên Suriyê yên Demokratîk jî hevbeşeke hêzên hevpeymanî ne ku Emerîka pêşengiya wê dike.