Talabanî bersiva Ebadî dide

Serokwezîrê Iraqê derbarê mûçeyên femanberên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek dabû.

K24- Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Iraqê dide û dibêje: “Piştî şandina mûçe, rêkeftin asantir dibe.”

Beriya niha Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî gotibû: “Eger Herêma Kurdistanê petrolê radestî Bexdayê bike, dê hikûmeta Iraqê mûçeya fermanberên wê peyda bike.”

Di berisva vê daxuyaniyê de, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talabanî li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye: “Eger Bexda mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan jî bide, wê demê gehiştin bi rêkeftinê, hêsan û asayî ye.”

Herwiha Ebadî gotibû ku, ew bi nebûna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê “dilgiran e.”