Nûrî Birîmo: Tirkiye gundên Efrînê yên dûrî şer topbaran dike

Endamekî PKD-Sê radigehîne, şer li firokxaneya Minigê, Til Rifat û Mariê ye, Tirkiyê jî gundên Efrînê yên dûrî eniyên şer in, topbaran dike. bijardeya herî baş li pêş PYDê jî ew e ku veger nav mala Kurdî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî PKD-Sê radigehîne, şer li firokxaneya Minigê, Til Rifat û Mariê ye, Tirkiyê jî gundên Efrînê yên dûrî eniyên şer in, topbaran dike. bijardeya herî baş li pêş PYDê jî ew e ku veger nav mala Kurdî.

Endamê Komîta Navendî yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nûrî Birîmo ji K24ê re ragehand ku, herêma di navbera Efrîn û Kobanê de herêmeke têkel e ji Kurd, Ereb û Tirkmenan, rêjeya Kurdan li wê deverê bêhtirî ji sedî 60 e. Divê Tirkiyê wek çawa destpêkê li Başûrê Kurdistanê kiriye, careke din li Rovayê Kurdistanê neke û Kurdan qebûl bike.

Birîmo amaje kir, rêjîm û firokeyên Rûsî til Rifat, Minig, Mari û Ehrezê bombebaran dike, Artêşa Azad li wan deveran nehêşt û xelkê wê deverê jî hemû berve Efrîn û sînorê Tirkiyê reviyan. Lewre valahiyek li wan deveran çê bûye, YPG jî neçar e wan deveran bibarêze bo DAIŞ neyê.

HSD ev çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kiriye, firokxaneya Minigê ya leşkerî û bajrokê Til Rifat û gundên derdora girt, îro jî derbasî bajarokê Mariê bû. Tirkiyê jî duh bêhtirî 10 topan avêtin gundê Stêr û Qîbarê yên Efrînê.

Birîmo got jî, “Rûsya li firokxaneya Minigê û Ezazê bombebaran dike, Tirkiyê jî gundên Efrînê dide ber topan ku dûrî eniyên şer in.”

Birîmo diyar kir, hevahengî di navbera YPG û rêjîm û Rûsyayê de heye, heger hevahengî tune ba, dê rêjîmê careke din ew deverên ku HSD û YPGê Kontrol kirine, bombebaran kiriba.

Birîmo amaje bi wê yekê kir ku, bijardeya herî baş li pêş PYD ew e ku vegere nav mala Kurdî û ligel ENKSê berjewendiya Kurdî biparîzin.