“Bila Omrekar pereyên xwe bidin hejarên li Kurdistanê”

Yekîtiya Zanayên Ola Islamê li Herêma Kurdistanê fetwayek nû derbarê Omreyê de derkirin.

K24- Navenda Nûçetan

Yekîtiya Zanayên Ola Islamê li Herêma Kurdistanê fetwayeke nû derbarê kesên ku dixwazin Omreyê de bikin, derkir.

Di fetwayê daxwaz ji wan kesên ku bi niyazin berê xwe bidin Erebistana Siûdiyê ji bo kirina Omreyê, hatiye kirin ku, li şûna Omreyê pereyên xwe bidin hejar û belengazên li Herêma Kurdistanê.

Ji Sibata 2014an ve, hikûmeta Iraqê budce li ser Herêma Kurdistanê biriye, piştî derketina şerê DAIŞê û hatina hejmareke zêde ji penaber û derbideran tevî daketina buhayê petrolê, krîzeke darayî ya dijwar bi ser Kurdistanê de hatiye.

Ligel hatina werzê Omreyê jî, Yekîtiya Zanayên Ola Islamê li Herêma Kurdistanê di fetwaya xwe de diyar kirin ku, di demên hejarî û xelayê de, dayîn pereyan bo hejar û belengazan ji kirina Omreyê bi xêrtir e û padaşta wê jî bêhtir e.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, padaşta Omreyê tenê li yek kesî dibe, lê dayîna sedeqeyê sûdê li gelek kes û malbatên hejar di vê rewşa niha ya dijwar de dike.