Di topbarana Tirkiyê de 2 Efrînî bûn qurbanî
K24 – Efrîn
Artêşa Tirkiyê bi topxaneyên giran, bajar û gundên Efrînê dide ber topan, gelek gundiyan jî gundên xwe hêştin û berve çiyan reviyan.
Artêşa Tirkiyê şeva borî bi topên giran û mûşekan, êrîşî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Cindirês, Şiyê, Şêrewa û Raco kir, hejarek ji kuştî û birîndaran hene.
Li gor xelkê Efrînê ji K24ê re ragehandine, 4 top li nava bajarê Efrînê ketin, di encamê de hejmarek ji sivîlan canê xwe jidest dane û bi dehan birîndar jî li nexwşxana Avrînê ne.
Ji aliyê xwe Rêveberiya Xweser û Kantona Efrînê ti amarên zelan derbarê qurbaniyan nedane, lê gor hatiye zanîn heta niha 2 şehîd û bi dehan birîndar li nexweşxana Avrînê ya li bajarê Efrînê hene.
HSD û YPGê, ji demekê de li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kiriye, di 11ê vê mehê de firokxaneya Minigê ya leşkerî girt, piştre jî bajrokê Til Rifat, Mariê û gundên derdora wan girt.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ragehandibû ku, ew nadin her yek ji Yekîneyên Parastina gel(YPG) û Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bajarokê Izazê kontrol bikin û derbasî Rojavayê çemê Firatê bibin.
Tirkiyê jî ev çend roj in bajar û gundên Efrînê topbaran dike.