Ocalan: Bo rêgirtin li pêş referandûmê gefên navxweyî tên xwarin

Siyasetmedar Osman Ocalan ji K24ê re ragehand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî berî demekê kombûnek ligel hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bo referandûmê kir, lê ji bo rêgirtin li ser serxwebûna Kurdistanê gelek astengî û gef ji derve û navxwe derdikevin li pêş referandûmê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e9043275-b6e2-4898-a904-69ec3ba2bcfc/osman.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar Osman Ocelan ji K24ê re ragehand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî berî demekê kombûnek ligel hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bo referandûmê kir, lê ji bo rêgirtin li ser serxwebûna Kurdistanê gelek astengî û gef ji derve û navxwe derdikevin li pêş referandûmê.

Ocelan derbarê gefa PKKê ji boriya gaza Kurdistanê re ragehand ku, kehbeya Kurd niha Başûrê Kurdistanê ye, li Başûrê Kurdistanê zemîneya ku Kurd bibe dewlet û berjewendiya Kurd biparêzê heye, pêwîst e jî hemû Kurdên perçeyên din hevkariya Başûrê Kurdistanê bikin, ne aboriya wê armanc bikin.

Ocalan liser helwesta Tirkiyê ji pêşketinên YPG li bakurê Helebê de got: “Tirkiyê krîza Sûriyê mezintir kiriye, ti çareserî jî pêşkêş nekirye, piştgîriya hêzên îslamê dike, hêzên îslamî jî ne li berjewendiya cîhanê û ne jî li berjewendiya Rojhilata Navîn in, HSD li Sûriyê çareseriyekê pêşkêş dike û piştgîriyeke wê yê cîhanî u naxweyî heye û serkeftinên bilez bidest dixe, loma Tirkiyê wê çareseriyê qebûl nake. Lê hewldanên Tirkiyê encam nade.”

Ocalan amaje bi teqîna Enqereyê de got: “Ez Bawer nakim ku ew teqîn di berjewendiya PYDê de be, kesekî 17 salî û ji Sûriyê be, nikare bi tena sere li Enqereyê teqînekê bike.”

Ocalan derbarê pêwendiya di navbera PYD û PKKê de got: “PYD bi giranî xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, her çend ji zû de pêwendiyên wan ligel hev hebin, lê niha PYDê rêxitine cuda ye, PYD bi xebata min di sala 2003an de ava bûye, PYD û PKKê ji hev cuda ne, her yek jî li gor pêwîstiyên xwe biryara xwe dide.”

Ocalan derbarê pêwendiyên PYDê ligel Amerîka û Rûsyayê, diyar kir û got: “PYD ligel Amerîkayê siyaseteke wê ya stratîjîk heye, ligel Rûsyayê jî siyaseteke tektîkî heye, di navbera Kurd û Rûsya de tiştine nexweş hatine kirin, loma pêwîst e Rûsya diyar bike ku dostê Kurda ye, herî dawiyê Rûsya cih neda Rêberê PKKê Abulah Ocalan, di girtina Ocalan de pare Rûsya jî heye,

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e9043275-b6e2-4898-a904-69ec3ba2bcfc/osman.ism/manifest