Tirkiyê darên Efrînê hildike û dîwar ava dike

Artêşa Tirkiyê bi hezaran darên zêtûnê li Efrînê hildike û dîwarekî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ava dike.

K24 – Efrîn

Artêşa Tirkiyê bi hezaran darên zeytûnê li Efrînê hildike û dîwarekî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ava dike.

Artîşa Tirkiyê bo avakirina dîwarekî li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê, bi hezaran darên zeytûnê li gundê Qermîtliq ya navçeya Şiyê li Efrînê hilkir.

Xelkên gundê Qermîtliq çûn pêş leşkerên Tirk bo nehêlibin darên gundiyan werin hilkirin, lê leşkeran bi zora çek ew dûr xistin.

Ev demeke Artêşa Tirkiyê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê li Efrîn, Kobanê û Cizîrê dîwarên bilind ava dike. Çend car in jî sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas dike.   

Artêşa Tirkiyê şeva borî bi topên giran û mûşekan, êrîşî bajarê Efrînê û gundên navçeyên Cindirês, Şiyê, Şêrewa û Raco yên Efrînê kir, hejarek sivîl jî bûn qurbanî.