HSDê Kantona Cizîrê ji DAIŞê paqij kir

Devera Şedadî ji çekdarên radîkal paqij kir.

K24- Hesekê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) devera Şedadî ji dest çekdarên DAIŞê derxistin. Bi vê yekê jî ti pêgehên rêxistina radîkal li Kantona Cizîrê neman.

HSDê roja 16ê mehê bi hevahengî ligel firokeyên hevpeymaniya navdewletî, dest bi operasyona azadkirina Şedadiyê kiribû, îro jî gehişte armanca xwe û ew dever rizgar kie.

Şedadî, ku pêgeha dawî ya DAIŞê bû li Kantona Cizîrê, cihê wê 60 kîlo metirî li başûrê Hesekê ye, ji havîna sala 2014an ve jî di dest wê rêxistina radîkal de bû.

HSDê ku ji şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyan pêk tê, ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, heta niha jî 2 operasyon kirine, operasyona yekem bo azadkirina başûrê Hesekê bû, ya duyem jî bo rizgarkirin rojavayê Kobanê bû, ku bi alîkariya firokeyên hevpeymaniya navdewletî her du operasyon serkeftî bûn.

Niha jî operasyona HSDê ya sêyem bi awayekî serkeftî bidawî bû.

Li gor berpirsên leşjerî jî, dibe ku li gund û warên biçûn ên derûdora Şedadiyê, hin çekdarên DAIŞê mabin.