Li Tirkiyê di 6 êrîşên mezin de 234 kes mirine

Li Tirkiyê di nav 3 salên dawîn de teqînên wek li Enqereyê 6 teqînên mezin li bajarên cuda rû çêbûne û bi tevahî 234 kes mirin, zêdeyî hezar kesî jî birîndar bûn.

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê di nav 3 salên dawîn de teqînên wek li Enqereyê 6 teqînên mezin li bajarên cuda rû çêbûne û bi tevahî 234 kes mirin, zêdeyî hezar kesî jî birîndar bûn.

11ê Gulanê ya sala 2013an di êrîşa bombeyî ya li navçeya Reyhanliyê ya Hatayê de 52 kes mirin, 146 kes birîndar bûn. Piştre 5ê Hezîranê, di mitînga HDPê ya li Diyarbekirê de bombe hatin teqandin. Di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest da û 400 kes birîndar bûn.

Êrîşa xwekujî ya li Pirsûsê jî bû sedema mirina 34 kesan. Bêhtirî 100 kesî jî birîndar bûn. Piştî vê êrîşê di nav 8 mehan de 182 kesan canê xwe ji dest da, nêzîka 700 kesî birîndar bûn.

Ji sala 2003an heta niha di teqînên mezin ên li Reyhanli, Diyarbekir, Pirsûs, Enqere û Siltanahmetê de bi tevahî 234 kes mirin, zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn. Piştî teqînan, tenê kesekî payebilind ji kar hate dûrxistin, ji xeynî wî tu kesî dest ji karê xwe berneda.

Dema teqîna li Reyhanliyê Celalettîn Lekesîzê ku waliyê Hatayê bû, piştre ew kirin rêvebirê giştî yê Ewlekariyê. Mehmet Kiliçlarê ku rêvebirê giştî yê Ewlekariyê bû ew jî kirin waliyê Enqerê.

Kadrî Kartalê ku gava di teqîna li gara Enqereyê çêbû, rêvebirê giştî yê ewlekariya Enqerê bû bi hinceta kêmasiyên wî, ji aliyê wezareta navxwe ve ji karê xwe hate dûrxistin. Lê ev 4 meh in hê li dewsa wî tu kes nehatiye peywirdarkirin.

5 êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatin kirin. Lê êrîşa 6an a dawî ya li Enqereyê Teyrêbazê Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsyariya wergirt. Hikûmeta Tirkiyê der barê êrîşê de PYD sûcdar dike lê belê hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm dibêje eleqeya wan bi vê êrîşê tune ye. Emerîka jî diyar dike ku ew jî nizanin ev êrîş ji hêla kê ve pêk hatiye lê tevî her tiştî ew dê alîkariya YPGê bikin.