Topbarana li ser Efrînê berdewam e: 2 kes birîndar bûn

Vê carê gundê Hemamê bû armanca topxaneya artêşa Tirkiyê.

K24- Efrîn

Topxaneya artêşa Tirkiyê li ser armanckirina gund û warên Efrînê berdewam e, herî dawî jî 2 kes ji encama topbaranê birîndar bûn.

Vê carê gundê Hemamê yê sînorî li navçeya Şiyê bû armanca topxaneya artêşa Tirkiyê, li gor peyamnêrê K24ê jî, di encama topbaranê de 2 welatî birîndarbûn û gelek ziyan jî gihiştne malên gundiyan.

Topbarana artêşa Tirkiyê piştî kontrolakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji firokexaneya Minigê ya leşkerî li bakurê Helebê re tê, ku Tirkiyê ew pêşdeçûn wek gefê li ser asayişa xwe ya neteweyî daye zanîn. 

Piştî topbaranê jî, welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê di tirseke mezin de dijîn û nizanin ku dê kîj kêliyê bibin armanca topxaneya artêşa Tirkiyê.

Piştî topbaranê, tevger li gund û warên Efrînê hatiye rawestandin û dibistan jî hatine girtin.

Gundê Hemamê li rojavayê navçeya Cindêrsê (Efîrn) dikeve, ji destpêka kontrolkirina gund û warên bakurê Helebê ji YPGê ve, bi taybet firokxaneya Minigê û bajarokê Til Rifet, artêşa Tirkiyê rojane wê deverê topbaran dike.