Artêşa Tirkiyê 2 gundên din ên Efrînê topbaran dike

Artêşa Tirkiyê careke din gundên Efrînê dide ber topan, îşev jî du gundên nîzîkî sînorê Tirkiyê bi 4 topan armanc kir.

K24 – Efrîn 

Artêşa Tirkiyê careke din gundên Efrînê dide ber topan, îşev jî du gundên nîzîkî sînorê Tirkiyê bi 4 topan armanc kir.

Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) li Efrînê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragihand ku, îro demjimêr 18:00 artêşa Tirkiyê gundên Çeqelê Şiyê û Qermîtliq bi 4 topan armanc kir.

Apo diyar kir jî, ji encama topbaranê 10 welatiyên her du gundan birîndar bûne, herwiha mexfera gundê Çeqela jî hat wêrankirin.

Artêşa Tirkiyê ji 15 Sibatî de, dest bi topbarankirina bajar û gundên Efrînê kir, di roja 18 Sibatê de jî bi tundî bajar û navçeyênEfrînê da ber topan, di encamê de jî 3 sivîlan (Mihemed Sîdo Osman, Ceylan Şêx Xorz û penaberekê) canên xa jidest daye û bi dehan kes birîndar bûn.

Gundên Çeqelê Şiyê û Qermîliq li bakurê Efrînê, ser bi navçeya Şiyê ne û nêzîkî sînorê Tirkiyê ne. ji çend rojan de jî artêşa Tirkiyê darên zeytûnê yên gundê Qermîliq hildike û dîwerekî li ser sînor ava dike.

Duh jî gundê Hemamê yê sînorî li navçeya Şiyê bû armanca topxaneya artêşa Tirkiyê, li gor peyamnêrê K24ê jî, di encama topbaranê de 2 welatî birîndarbûn û gelek ziyan jî gihiştne malên gundiyan.