Li Parlamentoya Tirkiyê nîqaşa li ser fezleke û El-Nûsra

Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê destênedayinên parlamenterên HDPê de li parlamentoyê deng veda.

K24 – Enqere

Gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê destênedayinên parlamenterên HDPê de li parlamentoyê deng veda. Li parlamentoyê nerazîbûnek mezin li hemberî Erdogan hebû.

Li parlamentoyê gotinên Erdogan yên wek “Divê ev fezleke li meclîsê neyê jibîrkirin. Çi pêwîst dike bila bên kirin”  rastî nerazîbûnê hat. Di axaftinên hatin kirin de amaje bi wê yekê hat kirin ku eger fezleke werin rojevê herî zêde hevalên Erdogan wê zirarê bibînin.

Parlamenterên opozîsyonê diyar kirin ku pêdiviya wê yekê heye ku hemû kes bi raboriya xwe ve bê rû bi rû û meydan ji hikumetê re xwestin. Herwiha gotin ku ew fezleke ku herî zêde di nav refikên meclîsê de maye û rizîya ye ew fezlekeya li ser Erdogan e ku tê de behsa wê qelpazaniyê tê kirin ku di doza “Akbîl” ê de hatiye kirin. Li aliyê din amaje bi wê yekê hat kirin ku fezlekeyên li ser parlamenterên Ak Partiyê zêdetirê 350ê ne.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel got: “Eger Birêz Serokkomar fezlekeyan rizî nake û fezlekeyên bitoz wê bîne rojevê, divê mirov vê yekê di nav AKPê de wekî nîşaneya amadekariyên tesfiyeyekê jî bibine.”  

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku fezlekeyên derbarê parlamenterên Ak Partiyê de bi sûcên; li ser belgeyên fermî sextekarî, bertil, alikariya bertîlê, bi awayekî neyasayî bikaranîna erka fermî û hîlekirin hatine amade kirin. Amaje bi wê yekê hat kirin ku divê hemû partiyên siyasî raboriya xwe binirxînin

Ji MHPê Seyfettin Yilmaz jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Di demokrasiyan de ev yek heye. Ji bilî destnedayînên kursiyan divê hemû destnedayîn werin rakirin.”

Li parlamentoyê rojeva dûyem jî dîsa gotinên Erdogan yên wek “Hûn çima dibêjin El Nûsra xirab e.” bûn. Parlamenterên Ak Partiyê ew gotin parastin û parlamenterên opozîsyonê jî tekez kirin ku divê gotinek wek “terorîstê min baş e, yê te xirab e” neyê gotin. Ji hela din ve derbarê agirbesta ku di 27ê Sibatê de wê destpêbike jî hat ragihandin ku divê Tirkiye giringiyê bide mijarê.