Parlamentoyê dest bi lêpirsîna teqîna Enqerê kir

Teqîna Enqerê ku 29 kesan canê xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bûn li Parlamentoya Tirkiyê tê lêkolîn kirin.

K24 - Enqere

Teqîna Enqerê ku 29 kesan canê xwe ji dest da û 60 kes jî birîndar bûn li Parlamentoya Tirkiyê tê lêkolîn kirin. Komîsyona Îstixbarat û Ewlekariyê ya Parlamentoyê bang li Misteşarê MÎTê Hikmet Fîdan û Rêveberê Giştî yê Ewlekariyê Celalettîn Lekesîz kir.

Ligel parlamenterê Sakaryayê yê CHPê Engîn Ozkoç, endamên komîsyonê yên din Bariş Yarkadaş û Tuncay Özkan civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

Ozkoç di daxuyaniya xwe de li ser du sedêmên bingehîn yê teqînê rawestiya û diyar kir ku “Ya di îstixbaratê de kêmasiyeke mezin heye yan jî derbarê teqînê de zanyarî nehatiye bi dest xistin, herwiha dibe ku çav li zanyariya teqînê jî hatibe girtin”

Engîn Ozkoç da dazîn ku wan wekî endamên komîsyonê yên CHPyî daxwaz kirine ku Misteşarê MÎTê Hikmet Fîdan û Rêveberê Giştî yê Ewlekariyê Celalettîn Lekesîz 1ê Adarê werin parlamentoyê û zanyariyên xwe bi komîsyonê re parve bikin. Ozkoç got ku ew ê di encama wergirtina bersivên pirsen xwe de jî gav bi gav raya giştî agahdar bikin.