Opozîsyon Sûriyê: Li Idibê 6 caran agirbest hatiye binpê kirin

Agirbesta li Sûriyê di 27ê vê mehê de kete ware cîbecîkirinê de, her yek ji rejî Sûriyê û opozîsyona wê aliyê din bi binpê krina wê agirbestê tomet bardike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3fb582e1-f349-4f9a-9cf8-02c86f474af5/mustafa%20hajali%20agrbast.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Çalakvanê rêxistinên Civaka Sivîl Mistefa Hec Elî ragehand ku, rejîma Sûriyê agirbest navçeyên bajarê Idlbê yê ku di bin kontirola Ceyş El-Fetih deye binpê kirye.

Derbarê binpê kirina agirbestê ji aliyê rejîma Sûriyê ve, li parêzgeha Idlibê Çalakvanê rêxistinên Civaka Sivîl Mistefa Hec Elî ji K24ê re wiha got: "Firokeyên rejîma Sûriyê 6 navçeyên bajarê Idlbê bombebaran kirine, di encame de jî jinekî canê xwe ji dest daye, ev ne cara yekemîne ku rejîma Sûriyê agirbestê binpê dike."

Mistefa Hec Elî Derbarê alîkariyên Neteweyên Yekbûyî bo navçeyên dorpêçkirî da zanîn ku, ew alîkariyên NY giheştine destê wan lê ew alîkarî kêmin û têra xelkê nakin.

Agirbesta li Sûriyê di 27ê vê mehê de kete ware cîbecîkirinê de, her yek ji rejî Sûriyê û opozîsyona wê aliyê din bi binpê krina wê agirbestê tomet bardike.