YPG: Di êrîşa Girê Spî de 291 çekarên DAIŞê hatin kuştin

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku di êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser Girê Spî, bêtir ji 290 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha bêtir ji 40 şervanên YPGê jî canên xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ku di êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser Girê Spî, bêtir ji 290 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha bêtir ji 40 şervanên YPGê jî canên xwe jidest dan.

Berdevkê fermî yê YPGê Rêdûr Xelîl di konfiranseke rojnamevanî, de li Serê Kaniyê amarên şerê sê rojan yê Girê Spî raghandin. Xelîl  diyar kir ku, di encama wê êrîşê de 291 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, termên 125 çekdarî di destê wan de ne, 6 çekdar jî bi saxî dîl ketine destê wan.

Xelîl aşkere jî kir ku, 43 şervanên YPGê, YPJ, Hêza Xweparastinê û Asayişê, canên xwe jidest dan, ji nava wan 19 şervan ji pêkhateya Erebî ne.

Xelîl amaje kir ku, êrîşa DAIŞê bi sedan çekdarên xwekuj  ji mihwerê Reqa, Heleb û sînorê Tirkiyê ve, êrîş encam dan, ku mebest jî ew bû, riya di navbera Herêma Cizîr û Konanê de bibirin.

Di 27ê  Sibatê de, çekdarên DAIŞê êrîşî bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kirin û karîn derbasî navenda wî bajarokî bibin. Lê bi alîkarya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), karîn Girê Spî û gundên derdora wê, ji çekdaran paqij bikin.