HSD êrîşên DAIŞê li rojavayê çemê Firatê têk dişkîne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di 48 demjimêrên dawî de, wan gelek êrîşên DAIŞê li rojavayê çemê Firatê têk şikandine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/67203f06-ab1c-4c40-9884-3e20f822d051/ChemaFirat-Kobani.ism/manifest

K24 – Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, di 48 demjimêrên dawî de, wan gelek êrîşên DAIŞê li rojavayê çemê Firatê têk şikandine.

Şervanê HSD1Gîvara kobanê ji K24ê re ragihand ku, ev demeke çekdarên DAIŞê hewl didin bi riyên qeyikan re, xwe bigihînin rojavayê çemê Firatê, lê wan karîne hemû êrîşên wan têk bibin.

Li seranserî çemê Firatê û li derdora bendava Tişrînê, çekdarên DAIŞê gundên di ber çem re topbaran dikin, daku dorpêça li ser bajarê Reqayê vekin.

Dirêjahiya çeperên HSD bi DAIŞê re li rojavayê Kobanê, ji gundê Zormixarê û bajarokê Şiyox dest pê dike û ta digihe pira Qereqozakê li başûrê Kobanê, ku dora 40 K.M ye.