Qubad Talebanî: Ev rewş demkî ye

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ev rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, demkî ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/34876c3a-e8b7-4613-9c20-e4e05473d17a/QubadTalebani.ism/manifest

K24 – Silêmanî

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ev rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, demkî ye.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di rêwresmê vekirina pireya Kobanî li Silêmaniyê, derbarê krîza darayî ya Herêma Kurdistanê de got: “Nabe kesên berpirs xemsar bin, dilniya me ku dêrok li wan dilovan nabe, divê em hemû beşdarî li çaksaziya vê rewşê bibin.”

Talebanî got jî: “Ev rewşa ku niha tê re derbas dibin, rewşeke demkî ye, em hewl didin çareser bikin û  çareser dibe. Ez bi vîna gelê me bibawer im.”

Talebanî amaje bi wê yekê kir, ew bi hikûmeta Herêma Kurdistanê bawer e ku şev û roj kar li ser çareserkirina rewşa Herêma Kurdistanê dike.