Tirkiye dixwaze li Rojava bajarekî nû ava bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan, li Rojavayê Kurdistanê banga avakirina bajarekî nû kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan, li Rojavayê Kurdistanê banga avakirina bajarekî nû kir.

Erdogan di Rêwresma Xelatdayînê ya Yeşîlayê de axifî û eşkere kir ku wî di hevdîtina xwe ya bi Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê Donal Tusk re li Rojavayê Kurdistanê pêşniyara avakirina bajarekî nû kiriye.

Erdogana diyar kir ku ew di kar û barên avahîçêkirinê de pêşketî ne û dikarin li erdekî 4 hezar û 500 kîlometrekareyan bajarek çêbikin û penaberan li wir bicih bikin û ev proje dikare rê li ber koça wan bigre.

Serokomarê Tirkiyê got ku wî ev pêşniyar daye Serokê Emerîkayê Barack Obama û cih jî destnîşan kiriye. Lêbelê heta niha ji Obama ti deng derneketiye.