Emerîka li dijî xweseriya Rojavayê Kurdistanê ye

Wezareta Derve ya Emerîkayê ragihand ku Emerîka li Rojavayê Kurdistanê statûyeke xweser naxwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Emerîkayê ragihand ku Emerîka li Rojavayê Kurdistanê statûyeke xweser naxwaze.

Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê John Kirby di civîna rojane ya çapemeniyê de derheqê rewşa Sûriyê de ji rojnamevanan re axivî û got ku, piştî agirbestê û bidawîhatina şer li Sûriyê divê rêveberiyek li wî welatî pêk were ku tevahiya Sûriyê birêve bibe.

Li ser pirsa ku ‘Kurdên Sûriyê daxwaza sîstemeke federal dikin, gelo Emerîka piştgiriya vê yekê dike?’ John Kirby wiha bersiv da: "Eger hûn ji min dipirsin gelo Emerîka herêmeke xweser ji bo Kurdan dixwaze yan na, ez dibêjim na. Me gelek caran gotiye û em careke din jî dibêjin ku em Sûriyeke hevgirtî û bêyî cudahiya mezhebî dixwazin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê da zanîn ku li Sûriyê şer kêm bûye û derheqê qedera Serokê Sûriyê Beşar Esed de jî wiha axifî: "Helwêsta me li ser vê mijarê pir zelal e. Em bawer nakin cihê Esed di paşeroja Sûriyê de hebe, ji ber wê jî em dixwazin li Sûriyê hikûmetek were avakirin ku Esed tê de nebe."