El-Irêdî: Li Sûriyê agirbest nîne

Di 27ê meha borî de, agirbesta li Sûriyê kete ware Cîbecîkirinê de, aliyên opozîsyona Sûriyê rejîma wî welatî bi binpêkirina wî agirbestê tometbar dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f0f03739-d30d-4b64-99c4-0f9b712d4685/yahya%20shrova%20kari%20siyasi%20surya.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Şirovekarê Siyasî Yehya El-Irêdî derbarê daxuyaniyên Serokê Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab ku gotibû, ku pêwîste guhertin di agirbesta li Sûriyê de hatî ragehandin çêbibe, diyarkir ku, heta niha pêbendî bi agirbestê nehatiye kirin,heta ku guhertin li ser were çêbibe.

Derbarê agirbesta li Sûriyê Şirovekarê Siyasî Yehya El-Irêdî ji K24ê re wiha got: "Berî em behsa guhertinên ku pêwîste li ser agirbestê were kirin, divê em behsa binpê kirina wê agirbestê ji aliyê rejîma Sûriyê li bajarên Himis, Hema û Laziqiyê bikin."

El-Irêdî da zanîn ku, cihek li Sûriyê nemaye  û ji aliyê rejîmê ve nehatibe bombebaran kirin.

Berî niha Serokê Desteya Bilind ya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Riyad Hicab ragehandibû ku, Amerîkayê xwe gelekî ji Rûsyayê re kêm kir ye û pêwîste guhertin li ser agirbestê were kirin.

Di 27ê meha borî de, agirbesta li Sûriyê kete ware Cîbecîkirinê de, aliyên opozîsyona Sûriyê rejîma wî welatî bi binpêkirina wî agirbestê tometbar dikin.