Li Kobanê bavê Elî çavdêriya DAIŞê dike

Di şerê li dijî DAIŞê de hemû welatiyên Kobanê çêrokên xebet, berevanî û lehingiyê nivîsandin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cccee7d2-b78d-44da-9d93-4c5dceace901/bave%20eli-kobani.ism/manifest

K24-Kobanê

bavê Elî şervanekî Kurd e, welatiyê gundê Qorê ye ku dikeve başurê bajarê Kobanê ye, ew şervan li gel 9 şervanên din ên temen mezin tevlî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) bûne, erkê çavdêrî û parastinê dikin, herwiha bersiva her êrîşekî DAIŞê jî didin.

Derbarê erkê xwe yê çavdêriyê debavê Elî ji K24ê re wiha got: "Eger em xwe neparêzin kesek nayê me naparêze, em neçarin çavdêriyê li milk, mal û deverên xwe bikin, dinavbera me û DAIŞê de 5 kîlometir heye, em her dem di amadebaşiyê de ne."

Bavê Elî û hevalên wekî hev karê çavdêriyê dikin, her du kes bi hev re çavdêrî û zêrevaniyê dikin, her roj  sira şervanekî ye ku serdana malbata xwe bike û kesên ku dimîn behsa zarok û bîranînên gundê xwe dikin yan jî bi lîstika damê dilîzin.

Derbarê vê mijarê de şervaneke din bi nave Hebeş Serbet wiha ji K24ê wiha axifî: "Em dema xwe bi lîstika dame diqedînin, ji ber şer kême û em li hêviya çekdara êrîş bikin daku em bersiva wan bidin.Ew newêrin tevgerê bikin."

Di şerê li dijî DAIŞê de hemû welatiyên Kobanê çêrokên xebet, berevanî û lehingiyê nivîsandin, bi dehan kes ji male wan wêranbû, lê ew her li ser parastina bajarê xwe man û berdewam kirin.