Qamişlo: Xwepêşandanak piştevaniyê ji Hizbulaha Libnanî re

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, alîgirên hikûmeta Sûriyê bo piştevanî ji Hizbulaha Libnanî re, xwepêşandanak birêve birin.

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, alîgirên hikûmeta Sûriyê bo piştevanî ji Hizbulaha Libnanî re, xwepêşandanak birêve birin.

Li pêşiya Navenda Çandê li bajarê Qamişlo, alîgirên hikûmeta Sûriyê bi beşdariya emîndarê Partiya Baas li Qamişlo û Serokên çend eşîrtên Eraban, xwepêşandanek piştevanî ji Hizbulaha Libnanê re birêve çû.

Herwiha ev xwepêşandan wek bersivekê ji Encûmena Hevkariya Kendava Erebî bû, ku roja 2 Adarê, Hizbulaha Libnanî bi hemû serkirde rêxistinên bi ser wê ve, bi rêxistineke terorî binav kir.   

Hêjayî gotinê ye, ku ev xwepêşandan ji aliyê endamên hêzên ewlehiya hikûmeta Sûriyê û endamên Berevaniya Niştimanî hat parastin. Ti hebûnek ji Asayîşa Rojava li wê deverê di dema xwepêşandanê jî tune bû.

Hizbulaha Libnanî ji destpêka krîza Sûriyê de, li aliyê rêjîma Sûriyê û Serokê wê Beşar Esed beşdarî şerê li dijî opozîsyona wî welatî dibe.