Amerîka: Ti navendên leşkerî Sûriyê ava nakin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê, ew raportên ku behsa avakirina du navendên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dikin, red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê, ew raportên ku behsa avakirina du navendên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dikin, red kir.

Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê Ceff Davis di konfiraseke rojnamevanî de ragihand ku, bi ti awayî wan ti firokxaneyên leşkerî li Sûriyê ava nakin û kar jî di ti navendên leşkerî li wî welatî nakin.

Berî çend roja hat ragihandin ku, Amerîka du navendên leşkerî li Rimîlan û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê ava kirine.

Davis aşkere kir jî, ku Amerîkayê bi mebesta perwerdekirina û pirçekrina Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD), nêzîkî 50 efserî şandiye Rojavayê Kurdistanê.