Li Tirkiyê bi hezaran otêl tên firotin

Teqînên mezin û qedexeyên derketina derva bandoreke neyinî li sektora geştyariya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kiriye. Ji ber ku geştyar nayên bi hezaran otêl tên firotin.

K24 - Stenbol

Teqînên mezin û qedexeyên derketina derva bandoreke neyinî li sektora geştyariya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kiriye. Ji ber ku geştyar nayên bi hezaran otêl tên firotin. Niha piraniya otêlan vala mane.

Yekîtiya Xwediyê Otêlan a Tirkiyê di rapora xwe ya bi navê Performansa Welat a meha Çileyê ya 2016an de ragihand ku tijebûna otêlan di meha çileyê de ya îsal li gor heman heyama par ji sedî 6,2 daketiye û niha ji sedî 47,6ê otêlan tije bûye. Derbarê mijarê de li nav welatên Ewropayê zêdetirîn rêjeya Tirkiyê daketiye.

Li nav bajarên Tirkiyê, bi taybetî bajarê Stenbol ketiye tengasiyeke mezin. Piştî teqîna li qada Siltan Ahmetê ku bû sedema mirina hemwelatiyên Alman geşytyar newêrin herin otêlên derdora qadê. Li hemû otêlên Stenbolê hema bêjin tu geşytar tune ne.

Li gor xwediyên otêlan, tenê geştyarên Ereb û Farisî di otêlê de dimînin. Lê hejmara wan jî bo çareserkirina krîzê ne çare ye. Xwediyê otêlekî jî dibêje; 5 otêlên wî hene lê ji ber krîzê 2 firotine. Ji bo ku odeyên otêlê vala nemînin bihayê odeyan jî ji sedî 35 daxistiye.

Meha yekem a sala 2015an, ji sedî 54,7ê otêlên li Stenbolê tijê bûbûn lê belê heman mehê ya sala 2016an tijebûna otêlan ji sedî 11 daket û ev rêje bûye ji sedî 48,7.

Li gor agahiyên Yekîtiya Saziyên Turîstîk ên Egeyê ji ber kêşeyên aborî, ewlehî li seranserê welat 2 hezar û 111 otêl tên firotin. Zêdetirîn ji welatên Almanya û Rûsya geştyar dihatin Tirkiyê. Lê belê piştî teqîna Siltan Ahmetê û krîza daxistina firokeya Rûs hejmara geştyaran jî daket.