Çalakvanên Siyasî li Rojava piştgiriya Fedralîzmê dikin

Aliyên ku, piştgiriya pirsa fedralîzmê li Sûriyê dikin rojan e, diyar dibin, tevî ku gelek ji wan bi giringî dinerxînin, lê Itîlafa opozîsyona Sûriyê vê yekê qebûl nake.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c2e6d326-1dfd-4a7b-9ce2-07108483dbe8/Fedrali.ism/manifest

K24-Qamişlo

Piştgiriya pirsa fedralîzmê bo çareserkirina kirîza Sûriyê ji aliyên hêzên navdewletî roj biroj zêdetir dibe, ev yeke jî dibe cihê dilxweşî û razîbûna çalakvanên siyasî li Rojavayê Kurdistanê ,  dibînin ku, çareseriya herî baş bo kirîza Sûriyê fedralîzme.

Derbarê vê mijarê de Çalakvanên Sûyasî Ehmed Mûsa ji K24ê weiha got: "Sûriya bi fedralîzmê dê bihêztir bibe, Kurdî wê mafên wan têde werbigrin û biparêzin ji ber ku ew fedralî piralî ye, hemû pêkhate û netew xwe tê de dibînin."

Çalakvanên Kurd dibînin ku, piştgiriya hêzên Navdewletî ji feraliya li Sûriyê derfetê dide Kurdan ku, mafên xwe werbigre, pêwîste aliyên siyasî amadekariyên xwe bo vê yekê bikin û bi yek helwestê kar li ser bikin.

Derbarê vê mijarê Çalakvana Siyasî Gulbihar Mihmed ji K24ê wiha axifî: "pêwîste Kurd berî her kesî piştevaniya pirsa fedralîzmê bikin, ji ber ku, ew yeke xewana me ya sedê salan bû li Sûriyê ligel xewna Kurdistana serbixwe, ku tê de miletê Kurd mafên wan parastî be."

Aliyên ku, piştgiriya pirsa fedralîzmê li Sûriyê dikin rojan e, diyar dibin, tevî ku gelek ji wan bi giringî dinerxînin, lê Itîlafa opozîsyona Sûriyê vê yekê qebûl nake.