Kantonên Rojava daxwaza avakirina sîstemeke nû dikin

Hevrêziya Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê ligel nûnerên Rojava û bakurê Sûriyê civînek lidar xist û daxwaza avakirina sîstemeke nû bo Rojava û bakurê Sûriyê kir.

K24 – Qamişlo

Hevrêziya Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê ligel nûnerên Rojava û bakurê Sûriyê civînek lidar xist û daxwaza avakirina sîstemeke nû bo Rojava û bakurê Sûriyê kir.

Hevrêziya Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna Serokên Encûmena Cibicîkar yên Kantonên Cizîr û Kobanê Ekerm Hiso û Enwer Mislim, ligel nûnerên pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê (kurd, Ereb, Asûrî, Kildan, Ermen, Tirkmen û Çîçan), nûnerên TEV-DEM û Yekîtiya Star civiyan.

Di civînê de, li ser yekirina helwesteke siyasî ya hevbeş bo avakirina sîstema Rêveberiya Xweser ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê re, dûrî projeyên netewî, olî û nijadperestî.

Ji civînê, komîteyek ji 13 kesan ji hemû pêkhateyan hate avakirin, bo gotûbêj û biryardana sîstema rêveberiya pêşerojê ya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê.

Tê zanîn ku TEV-DEMê sîstema Rêveberiya Xweser li sê kantonan, Cezîr, Kobanê û Efrînê di 21, 27, 29ê Çileya 2014an de ava kirin. Li vê dawiyê jî hin rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêvaberiya Xweser behsa sîstema federalîzmê bo Sûriyeya pêşeroj dikin.