Aldar Xelîl: Biryara sîstema nû wê were standin
K24-Qamişlo
Endamê Serkirdayetiya Civka Demokratî(TEV-DEM) Alda Xelîl ragehand, ku, armanca civata hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê li bajarê Rêman levkirina rengê sîstema rêvebrina wê herêmê ye.
Derbarê vê mijarê û civîna civîna damezrandina sîstema Rêvebirina Rojava û Bakurê Sûriyê Endamê Serkirdayetiya Civka Demokratî(TEV-DEM) Alda Xelîl bo K24ê wiha got: "Armanc ji civînê îro, lihevkirina sîstema rêveberiya Deverên Rojava û Bakurê Sûriyê ye."
Serkirdeyê Rêveberiya Xweser li Kantona Kobanê Idrîs Nasan ji Reutersê re îro, ragehand ku, biryare sîstema fedraliyê li Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê were ragehandin.
Iro hemû pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê bi armanca ragehandina sîstema fedraliyê li deverên Rojava û Bakurê Sûriyê civîyan.