Kîmyabarana Helebce li kampên penaberan bibîr tê
K24 - Kempa Daraşekranê
Di salvegera 28emîn a kîmyabarana rêjîma Beis bi ser Helebcayê yê Başûrê Kurdistanê de, ku tê de bihtir ji 5 hezar Kurd şehîd bûbûn, Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li Kempa Daraşekranê dimînin ji bo rêzgirtin û bilind nerxandina giyanên şehîdan, 5 xulek bêdeng rawestiyan.
Di bin baraneke hûr de, Kurdên Rojava bi tev xort û zarokan ve bo giyanên şehîdên Helbeçayê rawestiyan. Li gor ew dibêjin berî ku BI penaber bin jî û tevî astengiyên rêjîma Beis li Sûriyê wan ev roj li her bajarekî Rojavayê Kurdistanê bi bîr dianî.