Asayîşa Rojava vêxistina agirê Newrozê û komkirina xelkê qedexe kir
K24-Navenda Nûçeyan
Bi armanca parastina welatiyan, Asayîşa Rojavayê Kurdistanê vêxsitina Agirê Nerozê û komkirina xelkê li navçeyên Rojava qedexe kir.
Derbarê qedexekirina komkirina xelkê bi nêzîkbûna cenja Newrozê Serkirdayetiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belv kir tê de wiha hatibû gotin: "Em daxwaz ji hemû pêkhateyan dikin, ku bo her êrîşekî li ser navçeyên xwe hişyar bin, herwiha li navendên bajaran bi mebesta vêxistina agirê Newroz kom ne bin."
Di daxuyaniya Asayîşê de hatiye ku, Asayîş neçare destewerdanê di her komkirinekî welatiyan de li êvara Newrozê bike, da zanîn ku, kesên pabend bi van biryaran jî nebe ew dê were cezakirin.
Herwiha Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê vê mehê heta 22yê çûnûhatina motûran jî li nav bajaran qedexe dike.
Di êvara Newroza 2015an di dema vêxistina agirê Newrozê de, DAIŞê li bajarê Hesekê bi rêya Motûrekî êrîş komek welatiyên Kurd kir, di encam de bi dehan welatî hatin kuştin û birîndarbûn.