Hemo: Ragihandina federalîzmê bi tenê ne çareserî ye

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) dibêje, guhartina nexşeya Sûriye û Iraqê bi hev re tê kirin, avakirina dewleta Kurdî li Rojhilata Navîn bi hev re tê meşandin, lewre divê em yekîtiya xwe biparêzin. Ragihandina Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê bi tenê dê ne çareserî be.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c26dcd41-2b81-4c9e-aac3-48167048afe0/dortmond.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) dibêje, guhartina nexşeya Sûriye û Iraqê bi hev re tê kirin, avakirina dewleta Kurdî li Rojhilata Navîn bi hev re tê meşandin, lewre divê em yekîtiya xwe biparêzin. Ragihandina Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê bi tenê dê ne çareserî be.

Endamê Polîtbîroya PDK-Sê Ebdilbasit Hemo derbarê sîstema federalîzmê li Sûriyê de, ji K24ê re ragihand û got: “Em wek PDK-S û ENKSê, em dibînin ku ferderlîzm çareya herî baş e, bo krîz û pêkhateyên Sûriyê. Em piştevaniya sîstema federalîzmê jî dikin.”

Hemo got: “Wek çawa Başûrê Kurdistanê bû nimûne ji yekîtiya Kurd re, lewre yekîtiya me li Rojavayê Kurdistanê girîng e, bo mafê netewî ya Kurdistana Sûriyê bê parastin, lê ew federalîzma tekalî û bê nasname dê metirsiya wê hebe, ji ber ku em wek PDK-S û ENKS em daxwaza federalîzmeke cugrafî û netewî dikin.”

Hemo got: “Cenêv dê ti gavên balkêş navêje, Amerîka, Rûsya û Herêma Kurdistanê îro piştevaniya sîstema federalîzmê dikin. Guhartina nexşeya Sûriye û Iraqê bi hev re tê kirin, avakirina dewleta Kurdî li Rojhilata Navîn bi hev re tê meşandin, lewre divê em yekîtiya xwe biparêzin. Di baweriya min de ev gav berve rastiyeke baş ve dimeşe, lê divê zelal jî bibe, ji ber ku ew bi tenê nikarin berjewendiya gelê Kurd biparêzin û ragihandina federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê dê ne çareserî be.”

Derbarê çima ev federalîzm ne bi bi hev re hatiye ragihandin de, Hemo got: “Ev pirs ne li cem me ye, pirs li cem PYD û kesên ev federalîzm ragihandine ne, lê divê em tiştê erênî bi hev re pişikdar bibin. PDK-S û ENKSê her destê biratiyê dirêj kiriye. Lê heger federalîzm bo probandeke ragihandinê be, metirsî di vir de ye.”

Bi armanca rêveberiya deverên Rojava û Bakurê Sûriyê, bi beşdarbûna 200 nûnerên her sê Kantonên Rojava, Cizîr, Efrîn û Kobanê, herwiha nûnerên HSD, YPG, YPj, rêxistinên siyasî li bajarokê Rimêlanê civiya bûn. Duh jî sîstema Federalîzma Demokratîk, bo Roja û Bakurê Sûriyê hat ragihandin.