Demîrtaş daxwazekê arasteyî Barzanî û aliyên Başûrê Kurdistanê dike

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) Sehehetîn Demûrtaş, di hevdîtinekê ligel K24ê ragihand, bo pirsa serxwebûna Kurdistanê, ji birayê xwe Serokê Herêma Kurdistanê dixwazim piştevaniya hemû hêz û aliyên siyasî bidest bixe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9955a9ee-ec3b-4344-8587-35211e9ff23d/demrtash.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) Sehehetîn Demûrtaş, di hevdîtinekê ligel K24ê ragihand, bo pirsa serxwebûna Kurdistanê, ji birayê xwe Serokê Herêma Kurdistanê dixwazim piştevaniya hemû hêz û aliyên siyasî bidest bixe. Demîrtaş got: “HDPê di karnameya xwe de, piştevaniya mafê çarenûsa gelan dike, gelê Kurd jî li Başûrê Kurdistanê, mafê xwe heye ku bigihe xwestekên xwe.”

Serxwebûna Kurdistanê

Demîrtaş got: “Pirsa serxwebûna Kurdistanê pirsekî girîng e û gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê çi biryarê bide, emê piştevaniyê lê bikin. Daxwazê ji birayê xwe Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dikim, piştevanî û hevahengiyê hemû aliyên siyasî bidest bixe, bo yekirine gotina Kurd di warê wê pirsê de û pêşniyaz dikim, ku pirsa Kongreya Netewî ya Kurd careke din li ber çav bigire û hemû gel bi hev re biryarê bidin.”

Demîrtaş amaje bi wê yekê kir, ew rojane agahiyê Başûrê Kurdistanê dibihîsin û aghadariya wan ji Herêma Kurdistanê derbarê krîza darayî, bandora şerê DAIŞê û pêwendiyên ligel Bexdayê hene û got: “Her agahiyeke ne baş di warê nakokiyên di navbera aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê dibihîsin, gelek xembar û nîgeran dibin.”

Di beşeke din ya wê hevdîtinê de, Demîrtaş daxwaz ji aliyên opozîsyona Herêma Kurdistanê kir, mil bi min bi hikûmetê re hewla desrbaskirina krîzê bikin, her çend  rexne jî digirin. Lê karê wan û berpirseyatiya wan e niha ku bi hev re rêbikevin û kar bo çareserkirina pirsgirêkan, aştî û dîmokratiyê li Başûrê Kurdistanê pêş bixin. Tekez kir jî, ku kesayetiya Barzanî li herêmê pêşeng e û xewna damezrandina dewleta Kurdistanê li cem heye.

Teqînên li Tirkiyê

Demîrtaş got: “Em aştîxwaz in û dixwazin bi aştî bijîn, lê dewlet bi berdewamî tuhmetan arasteyî aliyên Kurdî dike û wan bi encamdana karên terorê tuhmetbar dike. Di demekê de grûpên din hene û dibêjin ku wan ev teqîn kirine, lê Tirkiye nikare wê biçespîne.”

Bombebarankirina Qendîlê

Demîrtaş behsa wê yekê dike, Tirkiye berdewam e bi bombebarankirina Qendîl. Teqîn hebin û nebin, ew her operesyoanên leşkerî encam didin û got: “Di çend rojên borî de, li çar bajarên Bakurê Kurdistanê operesyon li dijî endam û berpirsên HDPê encam dan û malbatên wan jî xiste bin çavdêriyê.”

Xendek

Derbarê kolandina xendekan ji aliyl ciwanên Kurd, Demîrtaş dupat kir ku, dewlet wê yekê bi nerastî vedibêje, ew ciwan bo bergirtin li beramber operesyonan û parastina malên xwe, neçar dibin ku li pêş Artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê xendekan bikolin û xwe biparêzin.

Herwiha Demîrtaş got: “Em nikarin lome û gazindan li wan bikin, ku di sala 1991an de raperîn li devera Ranya li dijî rêjîma Beis encam dan û piştre Sedam ji deverên Kurdistanê derxist, her wek çawa em nikarin rexne li Qazî û serkirdeyên Komara Mahabadê bigirin û bibêjin ku ew ji ber şaşîtiyên xwe hatin bidarvekirin.”

Xweserî

Demîrtaş amaje kir, dawaza sîstema Xweseriyê bo birêvebirina navçeyên Kurdistanê pêwendî bi kolandina xendekan nîne û got: “Ew daxwazeke rewa ya xelkê Bakurê Kurdistanê ye, dixwazin bajarln xwe bi xwe birêve bibin.”

Wêrankarî

Demîrtaş got: “Siyaseta dewleta Tirkiyê beramberî Bakurê Kurdistanê siyaseteke wêrankarî û hilweşandinê ye. Erdogan dixwaze xelk ceza bike û ew hevşêweyê Sedam Hisên e.”

Bicihkirin û astengî

Demîrtaş perde ji ser siyaseta navxwe ya Tirkiyê rakir û got: “Tirkiye dixwaze astengiyan mirovî di navbera perçeyên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê çê bike, bo wê mebestê jî, penaberên Ereb yên Sûriyê têne li navçeyên sînorî bicih dike, bo dîmografiya navçeyê biguhêre.”

Ewropa, Amerîka, Tirkiye û Kurd

Derbarê pêwendiyên Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê de, Demîrtaş dupat kir, ku di navera wan de du pirsgirêk hene, pirsgirêka yekem ya penaberan e, Ewropa neçar e ligel Tirkiyê rêkeftinekê bike bo çareserkirina wê pirsgirêkê. Derbarê pirsgirêka duyem de jî Demîrtaş got: “Pirs pêwendî bi mijareke dîrokî ya Ewropa û Amerîka heye, bo pirsa Kurd, ew naxwazin hêzeke nû ya Kurd bibe hêzek di Rojhilata Navîn de, ew jî ji ber Tirkiye hevpeymanê Amerîkayê di NATOyê de.”

Herwiha Demîrtaş got jî: “Her çar paytextên herêmê Enqere, Tehran, Şam û Bexda, her çendî nakok bin jî, li sere Kurd dibin xwedî yek helwest.”