Şeş girtiyên PKKê yên reviyayî gehiştin baregehên partiya xwe
K24-Navenda Nûçeyan
6 girtiyên PKKê ku ji zîndana Diyarbekirê reviyabûn xwe gihandin baregehên PKKê.
Derbarê vê mijarê Endamê Konseya Koma Civakên Kurdistanê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku, 6 girtiyên PKKyê ku, di 5ê Adarê de ji Zindana Diyarbekirê reviyabûn, xwe gihandine deverên bin kontrola PKKê.
Karayilan beşdarî bernameya Radyoya Dengê Kurdistanê bû û got: "6 hevalên me ku ji Zîndana Tîpa D ya Diyarbekirê xwe azad kiribûn, gihîştine deverên azadkirî û rewşa tenduristiya wan jî baş e."
Ew 6 Endamên PKKê yên bi navê, Diyar Kaydû, Ûlaş Aslan, Beşîr Arcagodk, Osman Kiliç, Devrîm Kavak û Ramazan Aslan bi cezayên giran hatibûn zindankirin.
Li Tirkiyê lêpirsîna reva girtiyên PKKê berdewam dike. Piştî bûyerê 5 girtîxaneyên din, ji ber bergiriyên lawaz hatibûn valakirin.