Hesen: Divê destûrek mafê her pêkhateyekê biparêze bê nivîsandin

Pisporekî di warî Yasaya Destûrî de dibêje, bo Sûriyê divê destûrekî “Ilmanî” û mafê her pêkhateyekê biparêze bê nivîsandin, herwiha mafê çarenûsî bo Kurd biparêze, ku Kurd karibe bi xwe biryara xwe bide.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporekî di warî Yasaya Destûrî de dibêje, bo Sûriyê divê destûrekî “Ilmanî” û mafê her pêkhateyekê biparêze bê nivîsandin, herwiha mafê çarenûsî bo Kurd biparêze, ku Kurd karibe bi xwe biryara xwe bide.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihandibû, ku Washington û Moskoyê rêkeftine ku bêtir guvaşê li ser her du aliyên danûstandkar bikin, bo veguhastina siyasî li Sûriyê û destûreke nû berî meha Tebaxa bê encam bidin.

Pisporê di warî Yasaya Destûrî de Dr. Mihemed Hesen ji K24ê re ragihand ku, dema diyarkirî (5 meh) têra nivîsandina destûreke nû ya rêkûpêk bo Sûriyê nake, ji ber ku gelek perensîb hene heta karibin destoreke nû bê nivîsandin.

Derbarê ku Amerîka û Rûsyayê berjewendiya Kurd li Sûriyê dide berçavên xwe, Hesen got: “Amerîka û Rûsyayê alîkariya Kurdan li ser Erdê dikin, lê pirs li cem Kurd e, ka heta kû dikarin projeya xwe diyar bikin.”

Hesen amaje kir, duh gera duyemîn ya danûstandinên Cenêvê bidawî hat, De Mistura jî belgenameyek ji 12 xalan amade kir. Ev belgename jî wek bingehên nêrînên hevbeş yên her du şandên (opozîsyon û rêjîmê) ne. ku di wê belgenameyê de amaje bi Kurd nebûye.”

Hesen got jî: “Di belgenameya hatiye danan de, bi çi awayî amaje bi Kurd nebûye, ji aliyekî dibêje ew Sûriyayek demokratîk dixwazin, lê ti cudahî nekiriye di navbera grûpên çekdar û netew û pêkhateyan de.”

Hesen sedema ku Kurd neketiye ti projeyan de diyar kir, ku Kurdê li Cenêvê û derveyî Cenêvê baş nêrînên xwe negihandine aliyên navdewletî, heta têkeve projeya De Mistura.

Hesen got jî: “Bo Sûriyê, divê destûrekî “Ilmanî” û mafê her pêkhateyekê biparêze bê nivîsandin, herwiha mafê çarenûsî bo Kurd biparêze, ku Kurd karibe bi xwe biryara xwe bide, ci Federalîzm be, yan rêveberiya xweser be.”

Hesen daxwaz ji partiyên siyasî kir, ku alîkariya kesên pispor di warê yasayî û destûrî bixwazin, da ku stratîjeyeke nû danin, ji bo danûstandinê ligel opozîsyon, rêjîm û di hevdîtinên navdewletî de bikin.